Bilal Güler dile hişyar kürtçe ilahi sözleri ve videosu
Dilo, carek xwe hişyar ke
Hilo da çin bi seyranê
Bi carek bes xwe bê par ke
Were seyra gulîstanê
Gulîstana ku sorgul tê
Semen, nisrîn û sunbul tê
Hezar bilbil bi xulxul tê
Di hîva mahê Nîsanê
Di fesla çardehê Nîsan
Me dîbû dîlberek dîsan
Di dil da meş’elek îsan
Mi can da mislê perwanê
Me dil da dîlberek sade
Letîf û şêx û begzade
Ji qeydan kir me azade
Nihanî bir me dîwanê
Nîhanî xelwetek da min
Ji le’lan şerbetek da min
Bi weslê suhbetek da min
Kirim bende di fermanê
Ji fermanê ku aşiq bit
Di daxwazê murafiq bit
Divê her dem muwafiq bit
Wekî Şêxê di Sen’anê
Wekî Şêxê ku xadir bit
Li fermanê ku nazir bit
Bi emrê dostê kafir bit
Bisojit suhfê Quranê
Bisojit suhfê mektûbê
Bi emrê yar û mehbûbê
Dema dil dim bi metlûbê
Didim ez dîn û îmanê
Bila dîlber mecazî bit
Ji rengê pêşe tazî bit
Bila sofî nerazî bit
Bimînit ew di hîrmanê
Nebê, sofî qewî dîn e
Wekî xofaşê miskîn e
Li nik wî roj çi rengîn e
Çû nabînit ji “umyanê
Dilê wî kor e, e’ma ye
Li ber wî dergeh dadaye
Ji weslê dûr bûye maye
Nehêştin bête dîwanê
Di diwana ku qerqef tê
Di nêv bezma ney û def tê
Melaîk sed hezar sef tê
Ez im ê hate meydanê
Ez im serxweş ji wê camê
Ez im sewda di nêv “amê
Ez im Enqa ketim damê
Bi zulfa ser xalan danê
Bi zulfan hate ser xalan
Binefş û werd û alalan
Dil û canê me “evdalan
Dibin her dem bi talanê
Bi talan ku du sed ser çûn
Hezara genc û gewher çûn
Dilê-m sed pare ker ker çûn
Tu xanî, bes ke efxanê!
Bilal Güler dile hişyar dinle